1 Folge

Ez şivan im û şivanitîya min hebûna min e .

Ez şivan im û şivanitîya min hebûna min e ‪.‬ mohammad taqavi

    • Fiktion

Ez şivan im û şivanitîya min hebûna min e .

    Dîyar Elînîya(Ez şivan im)

    Dîyar Elînîya(Ez şivan im)

    🔰
    Ez şivan im û şivanitîya min hebûna min e .

    Li serdema ku welat wek dewletbajar dihatin birêve birin , hemî tişt , hemî ferman , hemî biryar li destê kesekî bûn ku bi wî re digotin şa , qiral ... carina qiral li heman demê serokê olî jî bû , bi wî re Xweda jî digotin . Xwedaqiralê çîroka me li dawîya jîyana xwe biryar da ku ji xwe re cîgirekî hilbijêre. wî berovajîyê serokên berîya xwe ku kurê xwe dikirin cîgirê xwe , destûr da ku cîgirê wî bi vî rengî bê hilbijartin.wî destûr da , li bajêr banga şah bigihîjin guhê herkesî heta li meydana sereke ya bajêr kom bibin ... dema gel li gorî fermana wî kom bûn , wî destûr da ku şahînê(baz) wî bînin ... wî got ez şahînê xwe difirînim li ser milê herkesî venişt ew kes dibe cîgirê min û dema min koça dawî kir dibe qiralê vî bajarî ... her çi wezîr û şiwirmendên wî gotin ev çi biryar e , wiha nabe şa nepejirand , dema bangewazîya qiral kota bû , gel li meydana bajêr amade bûn ... şa bazê xwe firand ... şivanekî belengaz ku rêya xwe venda kiribû û wê rojê ji nişkave xwe li meydanê girtibû , hez kir ku li ba kombûyan bimîne , bazê şa firî û meydan da hev , du sê caran ji ser gel de derbas bû , û hat û hat li serê milê şivanî venişt ... bû hengameya gel û qîrîna wan û bi tilîlîyan şivan li ser destê xwe ragirtin û heta koşka şahî oxir kirin ...
    Hemî kesên qiralî matmayî man ka çawa qiral dikare vî şivanê nezan ji şahîyê re amade bike ... şa got meraq nekin heta ku temenê min li rûyê erdê be ez hewla perwerdekirina wî didim ... bi vî rengî şa destpê kir û her çi rêbazên dewletdarîyê hebûn hînî şivên kir ...

    Roj li pey hev de derbas bûn , şivan li ber destê qiral roj bi roj ji alîyê siyasetê ve bi xortî hat perwerde kirin ... êdî her tedbîr hebû şa li dar xist û ti karek nema ku wî bi cih nehanî be ...
    Şahê çîroka me piştê ku erka xwe bi cih hanî ji dinê çû ... şivan bû qiral û taca şahîyê li serê xwe danî û mijûlî dewletdarîyê bû ... fermanên wî mervane û kiryarên wî merivhezane bûn , wiha ku gel digot heta wan deman qiralekî bi vî dadperwerîyê nedîtine , hemî gel ji wî razî bûn û sewa hebûna şahî re dua dikirin ku temendirêj û serfiraz bimîne .

    Çawa û bi çi rengî şaşivanê me bûbû qiralekî wiha qenc û dadperwer û merva ... xala girîng li ku bû ... niha guh bidin ... dema wî dixwest biryar bide , ji wezîr û şiwirmendan dixwest ku bihêlin berîya ku ew ferman bide , demjimêrekê here sitirgeha xwe û paşê bê û fermana xwe vebibêje ... dema jî ku ji sitirgeha xwe vedigerîya , her ferman bidaya hemî baş û xêrxwazane ji kar derdiketin ... yek ji wezîrên wî gumandar bû ku qiral li sitirgeha xwe çi karî dike ku hemî fermanên wî wiha bi qencî ji karî derdikevin û hemî jî li cih ne . lewra dema ew diçû sitirgeha xwe ew şopand û cihê wî ji nêz ve dît ... dema şa diçû cihê xwe ku baxeke kesk bû cilên şahîyê ji xwe derdixistin û mijûlî şivantîyê dibû , wî pez û ajalên xwe bernedabû , ew li wê baxê xwedî dikirin , wî bi germî mîya qemer digirt û berxika wê dimêjand , Bizana ask ceh dikir û bi nêrîya boz şa dibû … wekî heyamên şivantîya xwe hemi erkên şivantîyê bi rindî bi cî dihanîn … paşê jî demjimêra wî ku kota dibû , dîsanê vedigerîya û cilkên şahîyê li xwe dikirin û dihate ba wezîr û kar bidestên welêt û fermana ku divîya bidaya derdixist …
    Wezîrê ku ew şopandibû , nekarî xwe ragire , êzna hevdîtinê bi Şah re daxwaz kir … dema gihîşte xizmeta Şahî , hemi serpêhatîya ku çawa Şah şopandîye heta ku ji sira wî serî derxîne jê re vegot … paşê ji Şah pirs kir hikmet û zanatîya vê kiryara xwe jê re şirove bike …
    Şivanê berê û qiralê niha wiha li gotinan rûnişt .. kesê / a ku li hebûna xwe xîyanetê

    • 6 Min.

Top‑Podcasts in Fiktion

"Kein Mucks!" – der Krimi-Podcast mit Bastian Pastewka
Radio Bremen
Einschlafen mit Hogwarts
Schønlein Media
Kriminalhörspiel
Hörspiel und Feature
Sherlock Holmes - Krimi-Hörspielklassiker nach Sir Arthur Conan Doyle
Bayerischer Rundfunk
Auf der Spur - Die ARD Ermittlerkrimis
ARD
Geschichten zum Einschlafen
Julep Studios