![](/assets/artwork/1x1-42817eea7ade52607a760cbee00d1495.gif)
500 episodes
![](/assets/artwork/1x1-42817eea7ade52607a760cbee00d1495.gif)
SBS Kurdish - SBS Kurdî SBS Audio
-
- News
Independent news and stories from SBS Audio, connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians. - Guhdare hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakê ji bernameya Radiyo SBS Kurdî bike, di nav de nûçeyên ji Australya û ji seranserî cîhanê.
-
Kurte Nûçeyên roja Înî 21î Hezîrana 2024
Di vê bûletenê de: Australîyek di nav bi sedan kesên ku li hec li Erebistan Siûdî miriye… Biryara Facebookê ya rawestandina fînansekirina rojnamevanya Australya li Parlemana Federal tê lêkolîn kirin... Û di werzîşê de, xem li ser perspektîvên Îngilîstanê yên Euro 24 hene piştî xemgîniyeke lîska bi Danîmark re, ew nûçeyana û nûçeyên di di bûletenê de hene.
-
Muzîk amûrek e ku mirov li ser çanda xwe fêr bibe
Raporta Hatice Kamer ji Amedê yeke kulturî ye ku têde behs li ser Navenda Muzîkê ya MaMusic dibe ku di sala 2017an de li Amedê vebû, salekê piştî ku qeyûmê dewletê Konservatuara Aram Tîgran girt. MaMuzik jibo perwerdehiya xort, keç û zarokan e ku heyşt salin kedeke mezin dide, teorîya muzikê, amûrên muzikê bi Kurdî xwendkaran perwerde dike.
-
Nûçeyên roja Pêncşemê 20î Hezîrana 2024
Hukûmeta federal dibêje planên hêza nuklêrî ya Peter Dutton ezotî ne... Zêdetir Australî li paş dayîna perdana deynê xanî dimînin ... Serokê Hizbullahê li Lubnanê di gotareke televizyonî de gef li Qibrisê kirin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
-
Nobedarên berava Îtalya li bi dehan koçber digerine, Kurd jî di nav de hene
Raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê derbarê belema koçberan ya ku binav bûye, ku hejmareke Kurdan jî tê de hebûn. Bûryerê li nêzîkî beravên Kalabriya agir bi motor ket û bû sedema mirin û wundabûna wan kesan. Her weha di raportê behs li ser hukûmeta Iraqê hejmareke ji hemwelatiyênxwe yên di kampên penaberan li bakur-rojhilatê Sûriyê vedigerîne.
-
"World Refugee Day sheds light on the rights, needs and dreams of refugees" - "Roja Penaberan ronahiyê dide ser maf, pêwîstî û xewnên penabera"
Dr. Widad Akreyi is a global human rights leader, author, co-founder, and president of Defend International. She holds a PhD in international health and epidemiology and a Master's in genetics. She has also received humanitarian awards. We talk about the significance of World Refugee Day, the state of refugees, what human rights organisations can do to help refugees, particularly women and girls, and the future of refugees globally. - Doktora Wîdad Akreyî Akademîsyona Tenduristiyê ye ku doktoraya xwe di tenduristî û epidêmolojiya navneteweyî û Master di genetîkê de wergirtiye. Ew herweha wergirta xelatên mirovahiyêye, serkêşa mafên mirovan yên cîhanî û nivîskar e, Hev-damezrîner û seroka Defend International e. Em bi Dr Akreyî re derbarê van mijaran diaxifin: Girîngiya Roja Cîhanî ya Penaberan, rewşa penaberan li cîhanê, rêxistinên mafên mirovan ji bo baştirkirian rewşa penaberan çi dikarin bikin, bi taybetî ji bo jin û keçan û em herweha derbarê siberoja penaberên cîhanê jî axifîn.
-
Kurte Nûçeyên roja Çarşemê 19î Hezîrana 2024
Di bûletena nûçeyên îroj de: Rêberê opozîsyonê Peter Dutton cîhên nuklêrî yên pêşniyarkirî eşkere dike ... Xortekî 17-salî ji ber posteke medyaya civakî hate tawanbar kirin... Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn gihîşt Koreya Bakur, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.