Perxudres Podcast

Ömer Faruk Baran
Perxudres Podcast

Perxudresê sala 2015an bi blogê dest bi weşanê kir. Li ser zemîna wê blogê Adara 2022yan Perxudres Podcast çêbû. Perxudres Podcastê notên ser kultur, sanat û edebîyatê weşandin û berî ku saleka xwe qut bike xelateke rojnamevanîyê sitand. Nîsana 2024an, Perxudres Podcast qulibî notên ser heyatê û jibo aboneyan dest bi şandina bultena xwe ya bi fotograf û metnên podcastan kir. Perxudres Podcast bi edîtorîya Omer Faruk Baran her Pêncşem di saet 5:50 pm de xelekeka nû diweşîne. omerfarukbaran@hotmail.com https://perxudrespodcast.substack.com

  1. #177. Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor

    NOV 28

    #177. Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor

    Dembaş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin, bi wê mektûbê bi we re me.  Wê şevê nîvê şevê ji dûr ve, dengek, mîna vedana birûskekê dengek hat min û bi wî dengî şîyar bûm.  Gava şîyar bûm, ji xew rabûm, nizanim ji çi bû, min hema hîs kir ku wê tiştekî xerab biqewime.  Hîs bi min re, tirsek ket orta dilê min, ew dilê min î bextreş î berê çend caran şikestî.  Hîn ez di tirs û tatêlê de me, ne di xewa kûr de me ne xulmaş im, ez kut û ketim û realîteya min jî gurm û daket, hat ber min. Realîteyeka li rûyê dinyayê. Min ew berê nedîtibû, çimkî wext tunebû ku ez wê realîteyê bibînim, çimkî xewa kûr û xulmaşbûn ne ti wext bûn berê.  A min kabûs bû, tirs bû yan dilê min bû lê dida? Giştik bi hev re bûn sankî. Jibo ez neşewitim, rev lazim bû ku min xwe avêt derve. Qirîneka wer berz û bilind ji qirika min derket ku pê re deng ji birûska dûr hat birîn. Ba bû, bi guveguv bû, ew jî sekinî.  Lê wek ku ez bi ba, baran û birûskê şil dibûm. Min li xwe nihêrî, qey ez bi hêsirên xwe şil bûbûm, qey ez ji tirsa xwe.  Çavên min li derve li şimikên sor ketin. Şimikên sor, jibo lingên min yên mor.. Wekî ku sirek hebû di her fereka şimikekê de, ez bezîyamê, min her du jî pê kirin. Mezin bûn şimik li lingên min, lê ez jî mezintir bûm ji xwe êdî jixwe.  Ne xema min bû, şimikên min bûn, sor bûn di lingên min de, jibo azadîya min, jibo birevim, jibo dûr bikevim ji travmayên dabûn dû min.  Guhdar D.  Hûn jî dikarin not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin. Em her tim jî li benda eserên we ne. Perxudres Podcast her Pêncşem di saet 5:50 pm de bi xelekeka nû bi we re ye, vê gavê bi xatirê we.  Jibo mektûban adres: omerfarukbaran@hotmail.com Fotografa li qapaxê: Guhdar D. Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/mektuba-guhdar-d-u-simiken-sor Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/SuRsVp37BTo Spotify:https://open.spotify.com/episode/3HODH9UHPif0LsUijtrX8J?si=4895c1ecf5db42f3

    2 min
  2. #174. Mektûba Guhdar M. û Dîwarên Bilind û Qalind

    NOV 7

    #174. Mektûba Guhdar M. û Dîwarên Bilind û Qalind

    Dostumê min î delal, Cara dawî min çi wext mektûbek nivîsî, nayê bîra min. Feqet ez nola navê xwe zanim ku tu bi salan e li heps û zindanên her bajarekî dûr li benda mektûba min î. Zanim, ez zanim ku dilê te ji min maye, û ez zanim ku ji te wetrê min tu bîr kiriyî, lê na, tu her di her bîra min de bûyî, tu her di bîra min de yî. Bi salan e bi xwe de ketime, qebûl nakim, nikarim halê te yî hepsî qebûl bikim. Însanek jibo çi jiber micadeleya ser edalet û azadîyê dikeve hepsê ku? Ew kîjan feraset e ku însanên mîna te sirf jiber hezkirina însanan diavêje binê heps û zindanan? Te ji cîhên girtî nefret dikir, tehemula te li odeyên malan jî tunebû. Ji çol û çîyan hez dikir te, te ji gelî û newalan. Hucreyên hepsan û tu.. Sankî li vê dinê her tişt mimkun bû, lê tiştekî wisa ne. Dîwarên qalind û bilind çawa hilnaweşin ku bi hêrsa te, bi kenê te û bi henekên te yên cidî. Wan salên unîversîteyê.. Dema me hîn nû hevdu nas dikir. Te û hevalên xwe, we bi sedan îmzayan xwestibû ku bi vî zimanê ku wê çaxê min bi qasî niha nizanibû ders werin dayîn û unîversîteyê ceza dabû te û çend hevalan, hûn ji mektebê dûr xistibûn. Min dikira behsa çi bikira? Nizanim. Cumleyên min bela-wela ne, li min giran tê, nikarim mektûbê nola min xwestî binivîsim. Min rûyê te ji bîr nekiriye, lê ez pir ditirsim ku ez dengê te ji bîr bikim. Ew dengê te yê şa û şên, û dem bi dem dîn û dîwane. Te tim digo ku hêvî tune bin xeyal çênabin. Ez ketime pey xeyalan jibo xatirê wê gotina te. Rojek were, tu ji hepsê derkevî û em herin ber Çemê Dîcleyê û tu dîsa wan şiîrên xwe bixwîni. Ew şiîrên ku min nediecibandin û min tim kêmasî û qûsir têde didîtin. Qaşo min dikira dirêj dirêj binîvasanda. Lê heta vir, ez nikarim, dilê min ranake. Min pir û pir bêrîya te kiriye. Qedera em li hev rast anîn û em ji hev dûr xistin, tek carekê be jî bila me dîsa li hev rast bîne. Bi xatirê te. Guhdar M. Hûn jî dikarin not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin. Em her tim jî li benda eserên we ne. Perxudres Podcast her Pêncşem di saet 5:50 pm de bi xelekeka nû bi we re ye, vê gavê bi xatirê we.  Jibo mektûban adres: omerfarukbaran@hotmail.com Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/mektuba-guhdar-m-u-diwaren-bilind Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://www.youtube.com/watch?v=dFXPMb2XbUs&t=4s

    3 min
  3. #173. Fotografeka 50 Sal Şiîr

    NOV 3

    #173. Fotografeka 50 Sal Şiîr

    Di vê xelekê de bi deklanşora Murat Bayram fotografeka Berken Bereh heye. Medyakar Murat Bayram sala 2023yan di 50 salîya şairîya Berken Bereh de fotografeka wî kişandiye. Şair Berken Bereh di fotografê de bi huzneka wer bi henûnîyê dagirtî derketiye ku sankî fotograf ji heyata Berken Bereh derketiye. Sankî salan di salîseyekê de dax û derdên dinê tevde danîne ser mil û polên Berken Bereh, bes ew bi şiîrên bûne çare-dermanên çavên wî ji heyatê re sax, ji edebîyatê re silamet û sermaye maye. Wê bibe eser bimîne ji tarîxê re fotograf; çinku ronî û tarîya ketine nêv hevdu di fotografê de dengên deklanşora Murat Bayram û şiîra Berken Bereh li hev xistine û waqûrîyên wan wextan girtine; rast e, realîte ye, heqîqet e. Eynî nola wê fotografa îkonîk ya Ezra Pound ku Henri Cartier Bresson kişandiye. Henri Cartier Bresson dibêje ew jibo wê fotografa Ezra Pound bikişîne bi qasî saet û nîvekê, bê deng li cem wî rûniştiye. Û ser wê fotografê di dewamê de dibêje, Henri Cartier Bresson dibêje, di fotografê de îsbat îcab nake, her tişt bi xwe rû dide. 50 sal li şiîrê, îsbat îcab nake, huzn, hêvî û henûnîya li rûyê Berken Bereh di wê fotografa Murat Bayram de her tiştî raber dike Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/fotografeka-50-sal-siir Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://www.youtube.com/watch?v=1Fr562Z7roQ&t=13s Spotify:https://open.spotify.com/episode/5nmJCS52OxpS7Cj275hrVa

    2 min
  4. #171. Çanakkale û Çeneqqele

    OCT 31

    #171. Çanakkale û Çeneqqele

    Di vê xelekê de Ruhi Su, mirîdên şêxên Kosan û Çanakkale û Çeneqqele hene. bo xatirayên bavê min yê rehmetî ku sala 1965an li Geliboluyê eskerekî 22 salî bû. Süleyman Nazifê Diyarbekirî sala 1909an di yaziyeka xwe de rêber û rayedarên Osmanliyan dide ber top û tîran. Di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje Kurd bi tercîhên xwe ketine bin hikmê Osmanliyan û dibêje yek îstîsna ne têde wan di çar sed û çend salan de tim zilm û heqaret dîne. Hem mehnedar û hem matemdar, Süleyman Nazif dibêje herin bi belgeyan li pêş qeleyên Gîrîtê û sûr û bedenên Vîyanayê binêrin, hûnê cesedên Kurdan bibînin. Gotina talîyê di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje, Kurd qehremanên mazlum in, ew tim dixwazin bi rindîyê di bin hikmê Osmanliyan de bimînin û dibêje lazim e hikûmet jî guh bide ser hal û hewalên wan û heqên wan bide. Süleyman Nazif, yazi berî Herba Çeneqelê ya sala 1915an yazi kiriye. Eger Süleyman Nazif yazi piştî Herba Çeneqelê yazi kira herhal wê behsa wan Kurdan jî bikira ku di wê herba giran de jî hatine kuştin. Sermeselê, Herba Çeneqelê herbeka wer giran bûye ku li Sirûcê sal 2024 li tekyayên şêxên Kosan şevên zikr û fikrê hîn jî ser wê herbê beyt û xezel, şiîr têne gotin. Mirîdên şêxên Kosan di destan de def dibêjin, emrê herbê derketiye ser sêri û herdu çavan e, şewitî Çeneqqele bûye qesabê mêran e. Bi mecaz û metaforan dewam dikin mirîdên mala şêx, dibêjin seferek radibû ji Diyarbekir, pêşî hat Rihayê kincê cengê li xwe kir, berî dane Helebê xan û qişle qîm nekir. Qeydên Milli Savunma Bakanlığı ya Tirkîyê, ku wezareteka ser eskerîyê ye, raber dikin ku di Herba Çeneqqele de ji Osmanliyan 49,544 kes hatine kuştin. Gorey qeydên nifûsan ji wan 49 kes ji Diyarbekir, 248 kes ji Riha û 399 kes jî ji Heleb in. Bi qeydên Milli Savunma Bakanlığı ya Tirkîyê tê xanê ku ji bajarên wê çaxa Osmanliyê tewr zêde Helebê can dane ku ew bajar îro ro di hidûdê dewleta Sûrîyê de ye. Dengê mirîdên şêxên Kosan li erş û ezmanê Sirûcê, ser Herba Çeneqqelê dibêjin, şûna xeber û mektûban cinaze hatine mal e, rihelên van gêncan diman li ser terzîyan e, bûkên kefbihine li xwedîyan vedigerîyane. Sirûc, ew Sirûc ku di Herba Çeneqelê de hinek ji gundên wê yên nola ji Qerê, ji Giregewrê, ji Mizarê û ji Elîgor 45 can dane. Omer Faruk Baran Süleyman Nazif. Foto: WikimediaMirîdên Şêxên Kosan. Foto: YouTube - Ramazan Kuş Resmi Sayfasıji rûpela T.C. Milli Savunma Bakanlığı - Wezareta Berevanî ya Tirkîyê, 2024. Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/canakkale-u-ceneqqele Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/_itZx9VnHIo Spotify:https://open.spotify.com/episode/0HrGcXg9ucO25FJ0kYR346

    4 min
  5. #170. Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo

    OCT 29

    #170. Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo

    Di vê xelekê de ser sînorê di şiîrên Arjen Arî de çend gotin hene. Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî. Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne. Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li ser lêvên wî hem jî bi hidûdan kesirîne.  Belkî çem û çîya, deniz û derya hidûdên tabiî ne û hikmê şairan li wan nabe, lê hidûdên li deşt û berîyan, ewên bi têlên rêsayî, ewên dihêlin ku tu hêla din ya ji te bibînî, lê bi eskerên li ber nahêlin ku tu derbaz bibî, hidûdên wisa ne ku bi destan hatine çêkirin û şair jî tînin bi qelemên destan xwe lê diqelibînin. Arjen Arî yê ku li Nisêbînê, li ber serê Qamişloyê hatiye dinê û mezin bûye di çend şiîrên xwe de nîşanên eşqeka yek li vê hêla sînor û yek li wê hêlê dane. Mesela di şiîreka xwe de Arjen Arî dibêje berêvarekê, yê ku roj lê diçe ava ew e û dibêje xwezî ev sînor nebûya. Di şiîreka din de, nav tu bihata, ku gorey min ji şiîrên Arjen Arî ya herî hiznî ye, şair ji wê xayînêyê re ku bi şev nehatiye ew hevdu bibînin, dibêje dilê wî sed carî li sînor wer bûye û dibêje tu bihata ev dil li dû te Binxet nedibû. Şeveka tiptarî jî Arjen Arî daku yar were rêka wê ya li sînor vedike û xweş dike: gund razaye, kûçik razane heyv derneketiye, stêrk wenda ne têlên sînor serpişt pal dane fersend ev fersend were! Dîsa di şiîrekê de Arjen Arî raber dike ku yar pir nêzîk e, lê bi sînor pir dûr dikeve û vê rewşê jî wanî îfade dike: bi destin vala bi awirin melûl geh bi jêr de, geh bi jor de meşîm di ber sînor re… meşîm… qewzek e neqeba me bang bikim te bibêjim ‘’lêêê!’’ wê deng bê te lê ev têl ev mayîn ev leşkerên Romê ne dihêlin bang bikim ne jî dihêlin bêm.. Zaten Firat Cewerî jî di nivîseka xwe de ser salên xortanîyê yên bi dostê wî Arjen Arî re dibêje wî diltenikî dil girtibû, lê dildara wî li alîyê din yê xetê, li pişt têlan, li Qamişlo bû. A li sînoran ne tenê eşq e elbet. Nihîtê mêran yên li ser sînoran ketine etra qetek nan jî ketine şiîra Arjen Arî ku yek ji wan Zekiyê Hemal e: şevekê çû.. û venegeriya! beriya dayê, jinê, xuşkê moriya girt laş, torîk ketin ser, li hêlekê guh û ser li hêlekê qefesa sêngê zîvar zîvarî cendekê Zekiyê hemal! Bi hemû şiîrên xwe yên ku ji wan sînoran sala 2024an ketine dîwanekê, Arjen Arî yê sala 2012yan canê xwe ji dest daye, şairê welatê helbestên nebihîstî ye, şairê welatê destanên jibîrbûyî ye, hîn jî. Omer Faruk Baran  *Navên şiîrên di vê nivîsê de derbaz dibin; ez û dil, êvarî, tu bihata, zekiyo, were, ev sînor  BÎBLİYOGRAFYA  Arjen Arî, Şêrgele - Hemû Helbest, Weşanên Sor, 2024  Arjen Arî, Xasenezer, Evrensel Basim Yayın, 2013  Firat Cewerî, Arjen Arî Nemiriye Arjen Arî Ye, Gazete Duvar, 2020 Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/sinore-siiren-arjen-ari-nisebin-u Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/2024/10/sinore-siiren-arjen-ari-nisebin-u.html Youtube:https://youtu.be/zARMAvVkJRE Spotify:https://open.spotify.com/episode/4JdNABkVltGjqYY4pnZ8b7

    3 min

About

Perxudresê sala 2015an bi blogê dest bi weşanê kir. Li ser zemîna wê blogê Adara 2022yan Perxudres Podcast çêbû. Perxudres Podcastê notên ser kultur, sanat û edebîyatê weşandin û berî ku saleka xwe qut bike xelateke rojnamevanîyê sitand. Nîsana 2024an, Perxudres Podcast qulibî notên ser heyatê û jibo aboneyan dest bi şandina bultena xwe ya bi fotograf û metnên podcastan kir. Perxudres Podcast bi edîtorîya Omer Faruk Baran her Pêncşem di saet 5:50 pm de xelekeka nû diweşîne. omerfarukbaran@hotmail.com https://perxudrespodcast.substack.com

You Might Also Like

To listen to explicit episodes, sign in.

Stay up to date with this show

Sign in or sign up to follow shows, save episodes, and get the latest updates.

Select a country or region

Africa, Middle East, and India

Asia Pacific

Europe

Latin America and the Caribbean

The United States and Canada