Ez û xalê min û xalojina min bi hev ra li ber maseyekî hesinî, li ser kursîyên textî rûniştine, li baxçeyekî ez bûme xerîbê wî êdî. Nayloneka bi gulên sor hatiye neqişandin li ser masê ye. Gulan dijmêrim, 7 gulên sor û 14 pelên şîn.. Findek jî heye li ser masê, qedehên çay û tebaxên şîrînahîyê hene, şîrînahîya ku min ji Diyarbekir anîye. Sîya qedehan gulên sor reş dike. Xalê min û xalojina min bi min ra li ser zewacê diaxifin, li gor min ew jî meseleyeka reş e. Klasîk e gotina wan, dibêjin: Tenêtî ji bo Xwedê ye, lazim e ku meriv bizewicin û zarokan çêkin. Dûra dibêjin, nesîbekî baş bibîne, dê û bavê te ji te ra nabêjin lê diqehirin, tenê nabe, eger yek hebe li ba te, dema nexweş ketî şorbeyekê dide te. Dixwazim bêjim ez û tenêtîya min, em halxweş in bi hev ra, lê zanim ew fêm nakin. Ez jî bi gotina klasîk dibêjim nesîb xalo, nesîb xalojin, Xwedê çi gotiye ew e. Xalojina min dibêje, însan dikare nesîbê xwe çêke, tu nîyet bîne wê çêbe, tu ji zewacê ditirsî! Li çavên wê dinêrim û dibêjim, ez ji zewacê natirsim, niha zewacê nafikirim û naxwazim ser vê meseleyê biaxifim. Xalê min li xalojina min dinêre û tilîya xwe dibe ber devê xwe wek wê hemşîreya dixwaze kes dengê xwe neke. Bêdengîyek destpê dike. Xalê min radibe ku here razê, xalojina min jî qedehan û tebexan radike. Radibe xalojina min û ji min ra dibêje, zêde nemîne li vir, tu yê dîn bibî, tarî û bêdengî mirovan dîn dikin. Gulên sor ji reşbûna sîyê xilas dibin, ez jî ji meseleya zewacê. Xuşexuşa darên gûzê û tûyê guhên min sermest dikin, libek tûya reş tik dikeve ser masê. Tû bûye nesîbê min, gava wê dixwim, xeyal dikim ew li ba min e di vê germa havînê da û em bi lêvên tû xwarine hevdu maç dikin. Wek ku ne tarî, ne bêdengî, libek tû min dîn dike. Dixwazim stranekê vekim lê Vodafone pir xerab dikişîne li vir: Li şiîr û muzîkên hatine qeydkirin dinêrim, ewên min bo rojên bê înternet qeyd kirine. Yekê vedikim, İsmet Özel: Bir Yusuf Masalı: Birinci Bab: Şivekarın Çıktığıdır. Şair dibêje ok değerse bir kuşun ancak kalbine değer, bunu bilmeyecek ne var? Tîra di vê şiîrê da li çivîkê dikeve keça min a wê ti carî neyê vê dinyaya şaş tîne ber çavên min. Zanim, wek keça min, wê ew jî neyê ti carî. Tenê libek tûya reş tê û min dîn dike di tarîya şevê da, nesîb. Guhdar G.