#178. Roya Rûtîn, Mirin û Nesimi

Perxudres Podcast

Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse û hewadîs çi ne, ne çi ne li dinê.

Dibînim, dixwînim ku Makbule Çimen, xanima Nesimi Çimen rehmetî bûye. 

Nesimi Çimen, sala 1993yan li Sêwasê dema dîndarên radîkal ar berdane Otela Madımakê, tevî 34 hevalên xwe canê xwe ji dest daye.

Wê çaxê, Makbule Çimen jî li wê otelê bûye; ji şewata mezin, bi birînan sax filitiye.

Li fotografeka Nesimi Çimen û Makbule Çimen dinêrim, ''çi fotografeka xwîngerm e, samîmî ye’’ dibêjim û pê re kilamên Nesimi Çimen têne bîra min.

Yeka bi Tirkî bi dengê Delîla, Şifa İstemem Balından, yeka din ya bi Tirkî bı dengê Petra Nachtmanova, Bağışla Beni û yeka bi Kurmancî bi dengê wî, Heval Heval. 

Însan dimire, dimire însan, dimînin kilamên sewdaser; ew kilamên ku xwe ji dilê şewitî dane der.

Omer Faruk Baran

Lînk 1 - X: Fotografa li qapaxê ji hesabê Madımak Katliamı Hafıza Merkezi hatiye girtin.

*Lînk 2 - Substack: Eger tu dixwazî metnên vê podcastê werin ser e-maila te ji vê lînkê tu dikarî bibî abone. Belaş e û baş e.

Lînk 3 - Spotify: Strana Nesimi Çimen - Heval Heval

Lînk 4 - Youtube: Strana Petra Nachtmanova - Bağışla Beni

Lînk 5 - Youtube: Strana Delîla - Şifa İstemem Balından

Para escuchar episodios explícitos, inicia sesión.

Mantente al día con este programa

Inicia sesión o regístrate para seguir programas, guardar episodios y enterarte de las últimas novedades.

Elige un país o región

Africa, Oriente Medio e India

Asia-Pacífico

Europa

Latinoamérica y el Caribe

Estados Unidos y Canadá