
13 episodes

Kurdish Lessons Podcast Kurdish Lessons
-
- Education
-
-
5.0 • 2 Ratings
-
Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories.
Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons
Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ
Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons
Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/
-
From Present To Past (For A1-A2) - 13
1. Ez diçim mala hevalên xwe.
Ez çûm mala hevalên xwe.
2. Ez hevalên xwe dibînim.
Min hevalên xwe dîtin.
3. Hevalên min xwarinê çêdikin.
Hevalên min xwarin çêkir.
4. Hevalên min xwarinên xweş û çayê çêdikin.
Hevalên min xwarinên xweş û çay çêkirin.
5. Dê û bavê hevalên min tên.
Dê û bavê hevalên min hatin.
6. Ew jî xwarinê dixwin.
Wan jî xwarin xwar.
7. Piştî xwarinê ew çayê vedixwin.
Piştî xwarinê wan çay vexwar.
8. Çay xweş û germ e.
Çay xweş û germ bû.
9. Birayên hevalên min hene.
Birayên hevalên min hebûn.
10. Birayên wan jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin.
Birayên wan jî xwarin xwar û çay vexwar.
11. Piştî çayê em şebeş, pirteqal û sêvan dixwin.
Piştî çayê me şebeş, pirteqal û sêv xwarin.
12. Em sêvên sor û sêvên kesk dixwin.
Me sêvên sor û sêvên kesk xwarin.
13. Piştî xwarin, çay û fêkiyan em diçin derve.
Piştî xwarin, çay û fêkiyan em çûn derve.
14. Li derve hewa xweş e, ne germ e û ne sar e.
Li derve hewa xweş bû, ne germ bû û ne sar bû.
15. Em piçekî diçin û parkekê dibînin.
Em piçekî çûn û me parkek dît.
16. Park mezin e û li wir gelek dar hene.
Park mezin bû û li wir gelek dar hebûn.
17. Em dikevin parkê.
Em ketin parkê.
18. Em li wir digerin.
Em li wir geriyan.
19. Piştî parkê em diçin mala hevalên din.
Piştî parkê em çûn mala hevalên din.
20. Mala hevalên din ne dûr e, nêzîk e.
Mala hevalên din ne dûr bû, nêzîk bû.
21. Em li wir jî xwarinê dixwin û çayê vedixwin.
Me li wir jî xwarin xwar û çay vexwar.
22. Em gelekî têr dibin. Em naxwazin bixwin.
Em gelekî têr bûn. Me nexwest bixwin. -
Li Mala Me - Listening exercise - 12 (Suitable for B1-B2 level)
LI MALA ME
Carekê, li mala me civatek rûniştîbû, ji nişka ve, xortekî boz, porser û çavşîn li deriyê me da. Derbasî hundir bû, yek û yek silav da civatê û rûnişt. Reng û rûyê wî xortî gelekî balkêş bû. Ev civata rûniştî jî, hemû esmer û çavreş bûn.
Hema min dît yekî ji civatê yekser berê xwe da wî mêvanê nû û got: Dizanî ku dilê min bi yên weke te boz dişewite? Taybet di werzê havînê de. Hûn gelek xweh didin. Yekî dî dest pê kir û got, çermê spî gelekî lawaz e, nikare mîna yê esmer bergêriyê ji xwe bike. Yekî dî ji destê wan girt û got, bêguman rengê esmer tim ji yê spî çêtir û ciwantir e. Yekî dî got, çavên reş jî ji yên şîn xweşiktir in. Yekî dî got, ma ne ji lewra piraniya helbestvan û dengbêjan pesnê esmeran û çevên reş daye?
Heta demekî ev babet dane dest hev. Hemûyan teqez li wê yekê kir ku postê spî, porê zer, çavên hêşîn tu buhayê xwe nîn in, bi taybet bo zilaman.
Hîç derfet nedane wî gencî ku biaxive, yan jî bergêriyê ji xwe bike. Hema hêdîka xortê çûr, boz, porzer û çavşîn, zanî ku cihê wî di vê civatê de nema. Da xwe û rabû şipiya da ku here. Lê beriya ku bi rê bikeve, bi yek gotinê bersiva hemûyan da û got: Ew pertalê gelekî baş e, ne pêdiviyê riklamê ye.
*Ev çîrok ji pirtûka bi navê ''Kenê Reş'' hatiye standin.
Useful expressions from the text:
silav dayîn - to greet
berê xwe dan - to turn, to redirect
dilê kesekî bi tiştekî şewitîn - to feel pity for
xweh dayîn - to sweat
pesnê .... dayîn - to prase ....
teqez kirin - to ensure, to confirm
bi taybet(î) - especially
derfet dayîn - to give an opportunity
rabûn şipiya - to stand up, to rise to one's feet
da ku - in order to
bi rê ketin - to set off, to set out
bersiv dayîn - to answer
To follow me on Youtube click here -
Girava Skopelosê - Reading/Listening exercise - 11
Girava Skopelosê
Beriya 2 hefteyan Mirad û hevala xwe bi hev re çûn betlaneyê. Wan dixwest biçin cihekî nêzî behrê û li wir bikevin avê. Mirad jî, hevala wî jî ji avê gelekî hez dikin. Di destpêkê de wan nedizanî biçin ku lê paşê wan biryar da ku herin giravekê. Li ser internetê lêkolîn kirin, ji hevalên xwe pirsîn û dawiya dawî wan cihek hilbijart. Wan got, em ê herin Skopelosê. Skopelos li Yunanistanê giravek e.
Ji bo ku herin Skopelosê, ew pêşî çûn Yunanistanê û ji wir jî bi feribotê çûn giravê. Wan di rêyê de li deryayê temaşe kir, derya çi qas paqij û şîn bû. Kêfa wan gelekî ji şînbûna deryayê re hat û bi kelecanî li hêviya xelasbûna rêyê man. Ji Volosê heta Skopelosê bi ferîbotê nêzî 4 saetan bû. Wan demeke dirêj li deryayê nêrî û di nav xeyalên xwe de wenda bûn.
Dema ku gihaştin Skopelosê, hewa gelekî xweş bû. Hêj nebûbû nîvro û piçekî hînik bû. Bêhna ava şor, bêhna deryayê ji her derî dihat, çi qas xweş bû! Ji ber ku Skopelos ne giraveke gelekî mezin bû, wan bi hêsanî otêla xwe dît. Wan nexwestibû li otêleke gelekî mezin bimînin loma wan rezervasyona xwe li otêleke bûtîk çêkiribû. Dema ku Mirad û hevala wî otêla xwe dît, wan ferq kir ku wan biryareke rast dabû. Otêleke sê-qetî, rengê spî, bi balkonên piçûk, gelekî şêrîn xuya dikir. Roja pêşî wan li otêlê û derdora wê bêhna xwe da û ji bo rojên din planên xwe çêkirin.
Betlaneyeke dirêj – a long vacation
Giraveke dûr - a far away island
Rêyeke xweş – a nice path/way
Deryayeke paqij û şîn – a clean and blue sea
Hewayeke hînik – a cool weather
Aveke şor - a salty water
Otêleke bûtîk – a boutique hotel
Biryareke rast – a right decision
Çûn betlaneyê – to go on a vacation
Biryar dan – to make a decision
Lêkolîn kirin to research
Temaşe kirin – to watch
Wenda bûn – to get lost
Bi hêsanî dîtin – to find easily
Bêhna xwe dan – to relax -
XWESTIN - Kurdish verbs (learn with me) - 10
Xwestin - to want
Present Tense
Ez dixwazim - naxwazim
Tu dixwazî - naxwazî
Ew dixwaze - naxwaze
Em dixwazin - naxwazin
Hûn dixwazin - naxwazin
Ew dixwazin - naxwazin
Tu çi dixwazî?
Bavê te çi dixwaze?
Mamosteya te çi dixwaze?
Tu ji min çi dixwazî?
Ma tu nizanî ez çi dixwazim?
Cîranên we çi dixwazin?
Her kes her tiştî dixwaze, lê ti kes ti tiştî nake.
Ez dixwazim îşev bi hevalên xwe re derkevim derve.
Bavê min dixwaze vegere gundê xwe û li wir kar bike.
Mamosteya me dixwaze em zêdetir bixwînin.
Hevalê min dixwaze ez ji wî re ji bo rojbûna wî tiştekî xweşik bikirim.
Past tenses
Min xwest - nexwest
Te xwest - nexwest
Wî xwest - nexwest
Wê xwest - nexwest
Me xwest - nexwest
We xwest - nexwest
Wan xwest nexwest
Te çi xwest?
Birayê te ji bazarê çi xwest?
Min ji bîr kir, te çi xwestibû?
Te dixwest xaniyekî nû bikirî, rast e?
Her kesî her tişt xwest, lê ti kesî ti tişt nekir.
Min xwest li ser xwestinê podcastekê çêkim.
Diya min dixwest mala min bibîne, wê mala min dît û gelekî eciband.
Birayê min î piçûk dixwest li dinyayê bigere û wî ji Florîdayê dest pê kir. -
Bîranîn, Bendar, Jinbûn û Dayikbûn - Full Kurdish - 09
Di vê podcasta nû de min behsa sê pirtûkan kir.
Yek ji wan min xelas kir. -- Biranîn
Yek ji wan min nîvco kiriye. - Bendar
Û ya din jî min nû destpê kiriye. - Jinbûn an Dayikbûn -
Mala Pîrê Stara Pîrê - Full Kurdish - 08
Mala Pîrê Stara Pîrê, çi ye?
Bar kirin çi ye?
Min bar kir kû?
Xaniyê min ê nû çawa ye?