Perxudres Podcast

Perxudres Medya

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

  1. 16h ago

    #492. Mektûba Guhdar Bî Rabbit: Payîza Pencereyekê

    ✉️🎧Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra. Li ser dersê bûm, dixebitîm, min xweste bêhnekê bidim. Lê çi bêhn! Yek di behrekê da berî tam bixeniqe, belkî cara dawî serê xwe derbixe ser avê û bêhneka dawî bistîne; bêhneka dawî, di nav fikir û raman û qisawet û kesayeta xwe da, bêhneka dawî.. Hewa germ e angorê vê mehê, lê ez dîsa jî nexweş im. Bi gavên nexweş berve petrolê diçim ku qehwekê bistînim. Rê wan tîne bîra min, lanet be. Bi vê lanetê gotineka Mehmûd Dervîş tê bîra min îcar û ez jî mîna wî dibêjim ‘’Ka çawa ba û bahozê mala min xirab kir sûcdar bikim, min pencere vekir.’’ Qebûl dikim, min pencere vekir, qebûl dikim û dewam dikim.  Dixwazim li tiştekî guhdar bikim, lê bê gotin, tenê muzîk. Li ser YouTubeê, li ser Spotifyê, Kurdish Instrumental Music dinivîsim, nizanim çima bi Îngilîzî dinivîsim. Qeydek heye, ji saetekê dirêjtir e. Meraq dikim, wê vedikim. Piştî çend sanîyeyan meraqa min diçe, ji straneka Mem Ararat e enstrumantal. Naxwazim muzîk gotinekê bîne bîra min. Li enstrumantalên din dinêrim û têm digihînim shopa petrolê. Dikevim hindur, qehwekê çêdikim û derbazî ber qesayê dibim ku perê wê bidim. Qasedar li min dinêre, çavên xwe vedigerîne, dîsa li min dinêre û dipirse: ‘’Ew formaya li te a kîjan tîmê ye, kîjan lîg e?’’‘’Amedspor e dibêjim, lîga Tirkîyê..’’  Bi meraqa wî sohbeta me ya bo wî kin, bo min kûr destpê dike. Cemalê navê li ser Jamal, dibêje ''Ez Kurdê Helebê me, dibêje ''ez her hefte çar rojan li vê petrolê dixebitim.'' Di destê min da qehwe ji shopa petrolê derdikevim. Cemalê ji Helebê, kitaba Selahaddin Demirtaş tîne bîra min, Jamal. Muzîka xwe vedikim, ji Metin Kodzoko - Maghiri. Her tiştî ji bîr dikim, her tişt tê bîra min. Çima ji malê derketim, çi ez aciz kiribûm. Dibêjim hewesa min nemaye li vê heyatê, li ser dersê bûm û min nedixwest êdî li pey lîsansa xwe ked bidim. Ber bi malê, rastî pişîkêkî reş î binsingê wî sipî têm. Li van deran pişîk zêde nînin, hebkî li dû wî pişîkî diçim û fehm dikim ku min rêya xwe şaş kiriye. Pişîk nîne, ez jî nînim. Ji rêya şaş vedigerim malê. Di xewna xwe da yekî dikujim. Yekî dikujim û şîyar dibim. Şeveka payîzê ye, saet 10, li kolanên welatekî xerîb digerim ji xwe ra. Guhdar Bî Rabbit Fotografa li qapaxê: Guhdar Bî Rabbit EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠

    #492. Mektûba Guhdar Bî Rabbit: Payîza Pencereyekê
  2. 1d ago

    #491. Xwendekarên Sirbistanê:Mamosteyên Sîyasetê

    🎧📢Xwendekarên Sirbistanê bi serketineka sîyasî bala dinê alemê kişandin ser xwe. Serketina xwendekaran li vê demê, li payîza 2026an rast tê ku gêncên jenerasyona Zyê li seranserê Ewrupa rabûne, jiber sîstemên xirab protestoyan dikin. Li Sirbistanê jî hereketa xwendekaran ji 2024an vir va bi slogan û protestoyan li meydanan bû. Qasima 2024an li Novi Sada li bakurê Sirbistanê kanopîyeka îstasyoneka trênê hilweşîyabû û 16 kes di bin da mabûn, miribûn. Ser van mirinan, xwendekarên Sirbistanê gotibûn hikûmet karê xwe pak nake û dest bi protestoyan kiribûn. Xwendekaran li lîse û unîversîteyan ders sekinandin, rê girtin û bi meş û bi bisîklêtan bi rê ketin, çûn gund û taşrayên Sirbistanê ji milet ra behsa rewşa welêt kirin. Di du salan da, bi rêberîya van xwendekaran protestoyên herî mezin yên tarîxa Sirbistanê çêbûn. Bi mezinbûna protestoyan ra serokê welêt Alexander Vucic mecbûr ma, bêli kir, roja hilbijartina pêşwext da: 25ê meha 10an, 2026. Xwendekar jibo hilbijartinê li hember otorîteya Alexandar Vucicê li welêt 14 sal in serok bû bê rêber bê lîder li dora Lîsta Xwendekaran kom bûn. Lîsta Xwendekaran ne li gor dûzena klasîk e, piranîya wan akademîsyen in, artîst in, cotkar û karker in, aktîvîst in û pirekên wan nû ketine sîyasetê. Û ew sîyasetvanên nû ne li ser xeteka homojen in: Hinek nêzîkî Ewrupa ne, hinek nêzîkî Rûsya, hinek li hêla çepê ne, hinek li hêla rastê, hinek lîberal in, hinek muhafazakar, lê tev dibêjin ew li hember bertîl, talan, derew û dolabên hikûmetê disekinin. Slogana Lîsta Xwendekaran ‘’Sirbistan yan Mafya?’’ bû û 25ê meha 10an bi vê pirsê di hilbijartinan da derb li otorîteya Alexandar Vucic ket, muxalefetê ew xist xwarê. Sîyasetvanên Lîsta Xwendekaran dibêjin di dewra Alexandear Vucic da medya nemaye, edalaet nemaye, lîyaqat nemaye û ew dixwazin dewleteka bi heq û hiqûq jinûve çêkin. Li gor pispor û profesorên sîyasetê xwendekarên Sirbistanê di du salan da, di demeka pir kin da karekî şahane kirine û ew ne şagirt in, oste ne, mamoste.  Fotograf: Emilija Kosić - Instagram

    #491. Xwendekarên Sirbistanê:Mamosteyên Sîyasetê
  3. 2d ago

    #490. Hêrsa Me Ciwanan Sebebeka Wê Heye | Amadekar: Arya Abbas

    🎧📢I'm Arya, an undergraduate Pharmacology student going into my final year of university in the UK. I'm from Qamişlo and have spent a part of my childhood in Hewler and Slemani as well. I've been in the UK for around 8 years now. From high school to university, I've been through the education system in England. Lately, there are protests across Europe with countries including France, Albania and Spain. Though the reason as to how these protests started varies from country to country, the underlying issues are similar, and the majority of the people protesting are young people. The cost of living is rising, and young people are concerned about the education system and their post-university careers including employment. The general perception of life in Europe is that everything is available here, money is abundant, and opportunities for education and work are always at hand. Unfortunately, this overly positive view of Europe is not always true, and these protests point out that there are also problems, issues, and shortcomings in European countries as well. The economic situation across Europe is not great. Every country has its own slightly different problems, but my question is, "Why have we reached a point as disastrous where people feel like they should go out and protest?" Would there have been so much protest and anger if the rights and needs of the people, and especially of the youth, had been met? I'm in the UK and there are no protests here yet, but the situation here is no better than in those countries. The economic situation here is also getting difficult, things are getting more expensive and there are no compensation measures. I would also say, from a student's perspective, that there are also difficulties with education. In the university system here, we can get a loan for the tuition and maintenance fees. Then, when we start working, we pay a little bit of that loan every year, according to our salary, and every year in which we don't pay, it increases, and the interest rate is increasing. Even with this system, many young people who have just graduated from university spend at least a year looking for work, that's if they find. The rate of unemployment among the youth is on the rise. There are other challenges, such as the high cost of rent and buying a house. Recently, there has been talk about how they can make it potentially easier for young people to buy a house and enter the property ladder. There are talks that maybe young people will be able to start buying houses with just a 2.5% deposit. The decision has not been made yet, but there are talks. The question of why there are more protests in certain countries and none in some is, in my opinion, a question that cannot be answered easily. Many factors play a role. The wave of protests has been widespread across social media platforms. There is media that documents the situation and the media is portraying that is portraying Generation Z as being more rebellious. I personally don't believe that our generation is rebellious in a bad way, there is a reason for the anger of our youth. I wanted to ease my mind and also chatted with some friends whom are from Brazil and Indonesia. There are fears and protests in those countries too, people are angry at the government... As a Gen Z, my friends and I share the same thoughts. If the system met the needs of young people, not only would there not be protests, but the society as a whole would progress and thrive. Three quarters of the people at these protests are young, because the decisions made will affect our future. (...) Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast *Jiber ku hejmara karakteran cîhê Spotiyf dide derbaz dike em parçeka kin ya Îngilizîya xeleka Arya Abbas nikarin bidin. Fotografa li qapaxê: Leonardo Vph

    #490. Hêrsa Me Ciwanan Sebebeka Wê Heye | Amadekar: Arya Abbas
  4. 4d ago

    #489. Barselona, Real Madrid û Amedspor

    ⚽️🎧Di futbolê da tarîxa reqabeta Barselona û Real Madridê li ser 100 salî xistiye. Belge raber dikin ku Barselona û Real Madrid cara pêşî sala 1902yan hatine hember hev û di vê maçê da Real Madridê 1, Barselonayê jî 3 gol avêtine. Her du taqim di La Liga ya Îspanya da cara pêşî 1929an li hember hev lîstine û vê carê jî skor 2-1, Real Madridê maç sitandiye. La Lîga wê sala 1929an destpê kiriye û reqabeta her du taqiman di vê lîgê da sal bi sal mezintir bûye. Ser maça Barselona û Real Madridê, ''El Clasico'' tê gotin ku ew gotina mehneya wê ya dûz ‘’klasîk’’ e salên 1960î ji medyayê ketiye ser zar û zimanê sewdaliyên futbolê. Di van salên dawî da reqabeta her du taqiman, di ser du starên futbolê ra hate xanê: Cristiano Ronaldo û Lionel Messi. Lê mesele ne tenê futbol û starên wê ne. Madrid û Barselona li Îspanya du bajarên mezin in û di vê reqabetê da parçek sîyaset jî heye. Barselonoya sala 1899an dest bi futbolê kiriye, bûye sembola azadîya Katalanan û Real Madrida sala 1902yan ketiye rêka futbolê jî bûye nîşana nasyonalîzma Îspanyolan. Hinek terefdarên Amedsporê ser taqima xwe dibêjin Barselonoya Kurdan; stîl, stran, sloganên wê dişibînin taqima Katalanan. Di maçan da terefdarên Katalan li hember Îspanyolan dibêjin ''Katalonya ne Îspanya ye!'', terefdarên Kurd jî li hember Tirkan dibêjin, ho ho ho kî ne em..  Fotografa li qapaxê: Serdar Tarim - Amed6Pas

    #489. Barselona, Real Madrid û Amedspor
  5. 5d ago

    #488. Bismillah Her Der Tarî Ye

    📢👦🧒🧒🏽Gêncên Fransayê, gêncên payîza 2026an jiber şertên xirab yên xwendinê û bihabûna heyatê rabûn, di protestoyan da li dora sloganeka enteresan kom bûn: "Bismillah, c’est les ténèbres” Tercûmeya vê gotinê ‘’Bismillah, tarî ye’’ yan ‘’Bismillah, tarî daket’’ e û dûz, dîrekt, rasterast mehneyekê nade, lê jibo gêncên Fransayê mehneya wê pir e û kûr e. Bismillah bi Erebî ‘’Bi navê Xwedê’’ ye, Misilman berî dest bi karê xwe bikin vê gotinê dibêjin. Gotin ketiye argoya Fransizan, mehneya wê di zimanê ziqaqê da bûye îfadeyeka nola ‘’De were em destpê bikin..’’  ''C’est les ténèbres'', va gotina bi Fransizî jî qeswetê, rewşeka reş raber dike, û mehneya wê ''tarî ye'', ''tarî daket'' e. Li gor gotina gêncên rabûne protestoyan, polîsên xwestine li ser Snapchatê bikevin nêv komên protesteran, xwestine xwe nola wan bikin û bi vê gotinê, bi ‘’Bismillah, c’est les tênebres’’ silav li wan dane, lê wan ji vê gotinê di cîh de fehm kiriye ku polîs rengekî çerx dikin. Gênc dibêjin polîsan tevî profîlên navên wan Mamedou û Abdellah û beyraqên Cezayîrê li ser qaşo xwestine xwe nola wan bikin, lê dibêjin jiber ku ew ziqaqê, zimanê ziqaqê nizanin, bi gotineka ti mehneyê nade, bi ’’Bismillah, c’est les tenebres’’ê ketine rewşeka komîk. Rêvebir û berpirsên Fransayê ser ‘’Bismillah, c’est les tenebres’’ heta niha tiştek negotine. Lê gotin êdî bûye slogan di protestoyan da û li ser pankartên karton bi zimanekî mîzahî tê nivîsîn. Bi van pankartan gênc dibêjin ew dixwazin raber bikin ku polîs û dewlet zimanê gêncan nizanin û ew dizanin ku ew dixwazin wan bi profîlên sexte manîpule bikin. Aktîvîst Greta Thunberg jî gava desteka xwe ya bo gêncan ragihand, got ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ Ew gotin di protestoyên li Îtalya, Almanya û Belçîka jî tê xanê.  Li Fransayê sîyaseta radîkal rast ser protestoyan, Misilmanan, kesên kokên wan Ereb û Afrîqî sûcdar dike.  Bi ‘’Bismillah, c’est les tenebres..’’ minaqeşeyên vê meselê gur bûne. Fotograf: Eren Araman - Instagram

    #488. Bismillah Her Der Tarî Ye
  6. 6d ago

    #487. Hidûd: Enqere-Diyarbekir-Erîvan

    ⛔️🎧Ermenistanê serxwebûna dewleta xwe sala 1991ê ragihand. Tirkîye ji wan dewletên pêşî bû ku serxwebûna Ermenistanê hema qebûl kir, nas kir. Sala 1993yan piştî Ermenistan ket Qarabaxê, Tirkîyê hidûdê xwe yê bi vê dewletê ra girt. Bi vê girtinê ra di mabêna Enqere û Yêrêvanê da danûstandinên dîplomatîk û ticareta rasterast sekinîn. Nîsana 2005an Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokomarê Ermenistanê Robert Koçeryan ra mektûbek şand. Mektûb bo normalkirina danûstandinên Tirkîye û Ermenistanê gavek bû. Di mektûbê da Recep Tayyîp Erdogan ji Robert Koçeryan ra gotibû ew dikarin ser meseleyên sala 1915an komîsyonekê çêkin. Dûra sala 2008an di mabêna Tirkîye û Ermenistanê da di ser futbolê ra dîplomasîyek çêbû. Serokomarê Tirkîyê Abullah Gül çû Yêrêvanê, maça taqimên milî yên her du dewletan sêr kir. Piştî Ermenistanê serxwebûna xwe îlan kiribû, ji Tirkîyê meqamê serokomarîyê cara pêşî çûbû Yêrêvanê. Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan jî sala 2009an hat li Bursayê maç sêr kir. Tirkîyê û Ermenistanê eynî salê li Zurîhê bi protokolekê li hev kirin ku dîyalog û danûstandinê pêşve bibin, lê vê heyecanê pir neajot, mesele li şûna xwe sekinî. Hidûda girtî ancax Sibata 2023yan, piştî deprema li Tirkîyê vebû. Ermenistanê berê ji vê hidûdê yardimên xwe, dûra jî bo sersaxîyê dîplomatên xwe şandin. Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan sala 2023yan li merasîma sondxwarinê ya Recep Tayyîp Erdogan hazir bû. Eylûla 2025an heyeteka Tirkîyê ji hidûd bi meş derbazî hêla Ermenistanê bû û danûstandin hinekî din pêşve çûn. Bi van danûstandinan, bi vê rewşê, çaverê ye li ber e ku hidûdê Ermenistan û Tirkîyê tam vebe.  Adem Bulutê li Tirkîyê bi karên xwe yên modern-artê tê naskirin û bi awayekî profesyonel rêberîya tûr û turîstan dike jiber ku hidûdê Tirkîye û Ermenistanê heta niha jî girtiye, mişterîyên xwe di ser Gurcistanê ra dibe Ermenistanê. Rêber Adem di paketeka Qasima 2026an da gerok û geştîyaran ji Diyarbekir bi otobusê dibe Yêrêvanê û tevî vegerê bo tûra 3 şevan û 4 rojan 450 dolar distîne. “Tûra me erzan e, eger derîyê Tirkîye û Ermenistanê vebe, em ê hîn erzantir û hîn zûtir herin werin’’ dibêje Rêber Adem. Li hêlekê Tirkîye, li hêlekê Ermenistan, jiber ku mişterîyên wî yên potansîyel Kurd in, Rêber Adem plan programa gerê li gor Kurdan çêdike û wan dibe Radyoya Yêrêvanê jî. Dengê wê radyoyê wan salên Kurdî li Tirkîyê tam yasax bû ji Ermenistanê serbest derbazî erdên Tirkîyê dibû û milet mîna tiştekî miqedes be li ber rûnişt lê guhdarî dikir. Loma, loma miletê Kurd bi kêfekê ser Radyoya Yêrêvanê digot ‘’Gazeteya bêhidûd..’’ Hidûd.. Fotografa li qapaxê: Geştîyar Turîzm EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠

    #487. Hidûd: Enqere-Diyarbekir-Erîvan
  7. Oct 20

    #486. Li Welatê Arnawidan Ar Dibare

    🔥🎧Payîz 2026, Ewrupa bi pêla protestoyên gêncan dikele. Pêşengîya protestoyan gêncên jenerasyona Zyê dikin. Li Fransa, Belçîka, Îtalya, Portekîz, Îspanya, Yunanistan, Awistirya û li welatê Arnawidan, li Albanya milet tevî van gêncan dadikeve meydanan. Protester û polîs, li Tîrana paytexta Arnawidan ew demek e her ro du ro diajon ser hev. Di destê protesteran da kevir û molotof kokteyl hene, di destê polîsan da bi mudaxaleyên sert av û gaz. Bi yekdengî, protester dixwazin ku serokwezîrê welêt Edi Ramayê çar dewr in hikûmran e, ji kar vekişe, îstîfa bike. Lê Edi Rama dibêje aktorên derva protesteran sor û germ dikin, dibêje destê dewletên din di van protestoyan da heye û îstîfayê red dike. Medyaya Arnawidan ragihand ku Edi Rama ji dostê xwe yê li Enqerê, ji Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan destek xwestiye. Di xeberan da tevî fotografên delîl in tê gotin ku Recep Tayyip Erdogan ji Edi Rama ra du TOMA, du wesayîtên mudaxaleyê şandine. Vîdeoyên li ser sosyal medyayê raber dikin ku TOMAyên Tirkîyê li Tîranê dest bi mudaxaleyan kirine. Gêncên li welatê Arnawidan ser mesrefên xwendinê, ser nebûna îş û kar û ser bertîl û perexwarina hikûmetê protestoyan dikin. Hereketa Flamîngoyan jî di protestoyan da destekê dide gêncan. Ew hereket navê xwe ji flamîngoyên li hêla Adrîyatîkê distîne. Projeyeka turîzmê dixwaze Vlora ya li ber Adrîyatîkê, merkezeka tehtîlê çêke. Hereketa Flamîngoyan dibêje ew proje wê zirarê bide heyata flamîngoyên li Adrîyatîkê û dixwaze projeyê bisekinîne. Fotograf: Leonardo Vph 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e.

    #486. Li Welatê Arnawidan Ar Dibare
  8. Oct 19

    #485. Parîsa Rewşen û Ronahîyê Ketiye Teng û Tarîyê | Kurdish Podcast

    🎧Dinê alem careka din ser protestoyên li Fransayê xeber dide. Ji Parîsê heta Marsîlyayê li gelek bajarên Fransayê, bi sed hezaran kes bo protestoyan dadikevin meydanan. Li meydanan, protester û polîs car caran tên hember hev û meseleyên şidetê çêdibin. Hinek protesterên maske li ser rûyên wan, li Parîsê dikan talan kirin, li Lyonê daîreyeka turîzmê, li Limojê bînayeka beledîyê hat şewitandin. Baş e, çi ye derdê wetandaşên Fransayê, çi dixwazin û rêber û rayederên dewletê ser protestoyan çi dibêjin, çi tevdîrê digerînin? Li Ewrupayê yek ji ekonomîyên mezin Fransa ye, bes li vî welatî kultûra protestoyê jî geş û şên e û kokên wê heta sala 1789an, heta wê sala şoreş û îhtîlalê jî diçe. Karker û rêncber, sendîka, gêncên li lîse û unîversîteyan dixwînin dema xizmetên dewleta xwe naecibînin bi protestoyan dadikevin meydanan. Salên dawî li Fransayê ser bac û xeracên dewletê, ser xizmetên xerab, ser bihabûna heyatê gelek protesto çêbûn. Eylûla 2026an li Parîsê gêncên lîseyan ser problemên sîstema xwendinê dest bi protestoyan kirin. Gênc dibêjin mekteb di halekî xerab da ne, mamoste kêm in û sinif qelebalix in. Tesîra protestoyên li Parîsê di demeka kin da gihîşt bajarên din jî. Sendîkayan destek dan protestoyan û bi sed hezaran kes daketin meydanan. Xêncî mamosteyan, kal û pîrên karkenar, ewên emeklî jî di van protestoyan da destek dan gêncan. Bi van protestoyan Hereketa Êlegzeran careka din rabû. Hereketa Êlegzeran sala 2018an di wan meş û mîtîngan da, ku ser bihabûna heyatê û nebûna edaletê bûn, bi destê milet çêbûbû.  Sendîka dibêjin heyat li Fransayê pir biha bûye û milet ji ber bac û xeracan nikare îdare û debara xwe bike, rêber û rayedarên dewletê jî dibêjin ne tenê li Fransayê, li dinê her derê rewş wisa ye. Di protestoyên pêşî yên payîza 2026an da, destê gêncekî 15 salî qut bû û bi vê yekê girjîya li Fransayê hîn jî gur bû. Polîsan heta niha ji protestoyan bi hezaran kes desteser kirine. Serokomarê Fransayê Emmaneula Macron ser gurbûna protestoyan, talankirina dikanan, şewitandina daîreyên dewletê, got, Fransiz çawa dikarin tiştên wisa li Fransayê bikin?  Wezîrên hikûmetê jiber protestoyan çepa radikal sûcdar dikin û dibêjin li çend bajaran kontrol ji destê polîsan derketiye, polîs li ber protesteran kêm mane. Ji wezîran, wezîrê karên hindur Laurent Nunez ser vê rewşê xwest îstîfa bike, ji kar vekişe, lê Emmanuel Macron ew îstîfa qebûl nekir.  Wetandaşên Fransayê dikê Nîsan û Gulana 2027an jibo hilbijartina serokomarîyê herin sindoqan. Emmaneul Macron du dewran serokomarê Fransayê bû û qanûnên welêt rê nadin ku ew cara sisêyan jî bibe namzed. Anketên dawî raber dikin ku Marine Le Pen a radîkal rast tê hesibandin li pêş e. Le Pen ya bi gotinên xwe yên dijî koçberan tê naskirin hilbijartina sala 2012an di tûra yekê da, sala 2017 û sala 2022yan jî di tûra duduyan da der dabû. Di anketan da li rêza duduyan Jean-Luc Mélenchon heye, ew jî radîkal çep tê hesibandin. Emmanuel Macron ser protestoyên dawî dibêje, Jean-Luc Mélenchon milet manîpule dike, protestoyan sor û gur dike. Jean-Luc Mélenchon di sê hilbijartinên dawî da jî bû namzed, lê ti carî nema tûra duduyan. Wer tê xanê ku Fransaya ronahî û rewşenê, ketiye dewreka teng û tarî. Hinek gêncên nû radibin, dibêjin, ne çep ne jî rast, serok, sîyaset, parlamento ji milet pir dûr ketine, ji milet pir dûr dikevin.  Eger sîstem çare dermanekî nebîne, dewr û dûzeneka nû destpê neke, çep be jî sîyaset rast be jî, wer tê xanê ku wê protesto hîn pir dewam bikin. Fotograf: Eren Araman - Instagram 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e. ⁠

    #485. Parîsa Rewşen û Ronahîyê Ketiye Teng û Tarîyê | Kurdish Podcast

About

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

You Might Also Like