Kurdish Lessons Podcast

Kurdish Lessons

Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories. Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/

  1. 30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners

    2월 8일

    30. How to talk about likes and dislikes -A1 level for Beginner learners

    the verb ‘’ji …… hez kirin’’ - to like, to love Ez hez dikim Tu hez dikî Ew hez dike Em hez dikin Hûn hez dikin Ew hez dikin -an is added to the nouns when it is about a general liking - I love flowers - Ez ji kulîlkan hez dikim - I love fruits - Ez ji fêkîyan hez dikim - I love vegetables - Ez ji sebzeyan hez dikim - Ez ji sînemayê hez dikim — Tu ji sînemayê hez dikî? - Ez ji muzîkê hez dikim —— hez nakim - Ez ji muzîka kurdî hez dikim. — Tu ji muzîka Kurdî hez dikî? - Ez ji hunerê hez dikim — I love the art - Ez ji çuqulatayê hez dikim - Ez ji goştî hez dikim - Ez ji goştî hez nakim — Tu ji goştî hez nakî? - Ez ji gundî hez dikim - Ez ji karê xwe hez dikim.— Tu ji karê xwe hez dikî? - Ez ji mêrê xwe her dikim - I love my husband - Ez ji jina xwe hez dikim - I love my wife To express ‘’to like doing something’’—— Ez hez dikim + present tense verb (-bi instead of -di) - Ez hez dikim bireqisim. (reqisîn) - Ez hez nakim xwarinê amade bikim. - Ez hez dikim stranan bibêjim - I love singing songs - Ez hez dikim bi hevalên xwe re derkevim - Ez hez nakim malê paqij bikim. - Ez hez dikim zimanan hîn bibim - I love learning languages - Ez hez dikim bigerim - I love travelling Nefred kirin - to hate Ez ji karê xwe nefred dikim - I hate my job Ez ji bajarên mezin nefred dikim. Ez ji te nefred nakim. - I hate you Ez nefred dikim malê paqij bikim. - I hate cleaning the house ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com   ➤To support our works on Patreon:  https://www.patreon.com/kurdishlessons  To follow us on social media:  ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...  ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons  ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

    13분
  2. 27. Çîroka Zarokan - A1 level for Beginner learners

    2024. 10. 24.

    27. Çîroka Zarokan - A1 level for Beginner learners

    Merheba ji we re, silav ji we re. Hûn dîsa bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya zimanê kurdiya kurmancî. Di vê podcastê de, di vê beşê de, ez ê ji we re çîrokekê bixwînim û paşê ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Ez ê çîrokekê bixwînim û ez ê li ser vê çîrokê ji we pirsan bipirsim. Divê hûn baş li min guhdarî bikin. Divê hûn baş guhên xwe bidin min. Ez ê bixwînim, hûn ê jî bersiva min bidin. Baş e? We fêm kir? Em dest pê bikin. Navê çîroka me, çîroka zarokan, çîroka zarokan e. Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, zarok bi tenê biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in, ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin. Erê min çîroka zarokan xwend, niha ez ê dîsa bixwînim. Hûn ê dîsa li min guhdarî bikin. Baş e? Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê, zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin, radizin. Erê, min dîsa xwend, min dîsa xwend. Niha ez ê pirsan bipirsim. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com   ➤To support our works on Patreon:  https://www.patreon.com/kurdishlessons  To follow us on social media:  ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...  ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons  ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

    15분
  3. 25. Çîroka Kînemê - A1 level for Beginner learners

    2024. 10. 08.

    25. Çîroka Kînemê - A1 level for Beginner learners

    Merheba ji we re, hûn bixêr hatin Kurdish Lessons podcastê. Ez Gulê, ez mamosteya we ya kurdiya kurmancî. Îro em ê bi hev re çîrokeke bixwînin. Navê çîroka me, çîroka Kînemê ye. Ev çîrok, çîrokeke kurt e, ez ê ji we re bixwînîm û ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Divê hûn jî cewabê bidin û ez ê jî cewabê bidim. Heke hûn hazir bin, heke hûn amade bin em dest pê bikin. ÇÎROKA KÎNEMÊ Navê wê Kînem e. Kînem ji Hamburgê ye, navê bajarê wê Hamburg e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Dê û bavê Kînemê ne ji Hamburgê ne. Dê û bavê Kînemê ji Kurdistanê ne. Dêya wê ji Mûşê ye û bavê wê ji Mereşê ye. Ew berî sî salan çûne Almanyayê û li wir zarokên wan çêbûne. Kînem û hemû xwişk û birayên wê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Jiyana wan a li malê bi kurdî ye û jiyana wan a xwendinê bi almanî ye. Ew car caran pirtûkên kurdî jî dixwînin. Kînemê sala borî zanîngeh xilas kir û niha li şîrketeke mezin kar dike, dixebite. Ew hez dike havînan bi malbata xwe re biçe Mûşê û Mereşê. Jiyana gundan xweş e lê gelekî zehmet e. ➤To ask any questions about private and group lessons and Kurdish grammar, our gmail address is kurdishlessons2019@gmail.com   ➤To support our works on Patreon:  https://www.patreon.com/kurdishlessons  To follow us on social media:  ➤Instagram: https://www.instagram.com/kurdishless...  ➤Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons  ➤Medium: https://kurdishlessons.medium.com ➤Youtube: https://www.youtube.comkurdishkurmanjilessons

    15분

평가 및 리뷰

5
최고 5점
8개의 평가

소개

Learn Kurdish Language while listening to short and amusing stories. Patreon: https://www.patreon.com/kurdishlessons Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCvutKJerMREoQtzXiQaDNBQ Twitter: https://twitter.com/kurdishlessons Instagram: https://www.instagram.com/kurdishlessons_/