Perxudres Podcast

Ömer Faruk Baran

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com

  1. #426. Spasîyek Bo Destekçîyên 2025-2026an

    13H AGO

    #426. Spasîyek Bo Destekçîyên 2025-2026an

    Merheba, ez Omer Faruk, edîtorê Perxudres Podcastê. Ji 2022yan vir va li ser Perxudres Podcastê xelekên kultûr, sanat, edebîyat û heyatê hazir dikim. Li ser vê podcastê xêncî xelekên ez bi nêrînên çavên xwe hazir dikim, ez cîh didim mektûbên guhdaran.Heta niha hinek ji wan hiznî, hinek ji wan mutli mesûd barek mektûbên bi dehan guhdaran hatin weşandin. Pir şa me, bi wan mektûban nivîskarên nû çêbûn û çêdibin. Min Perxudres Podcast ji bihara 2022yan heta bihara 2025an bi îmkanên xwe yên şexsî anî. Ji havîna 2025an vir va Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe yên sadiq û samîmî weşanê dike, bi wan destekan dengê vê podcastê li guhên bi hezaran kes dikeve.  Bi destekan bo du tiştan pir kêfxweş dibim. Yek, li cem me dereng be jî fikra medyaya serbixwe pêş dikeve. Dudu, ez bi moral û motîvasyoneka bilind, serbest, bi guhdarên pişta wan bi min qewîn xelekên nû hazir dikim. Seba destekçîyên me xwe rihet, silamet hîs bikin ez navên wan eşkere nakim. Dawîya her mehê bi xelekekê çiqas destek ji Perxudres Podcastê ra hatiye ez dibêjim û bi du herfên navên wan destekçîyên nû spasîyekê ji wan ra dikim.  Her ku budçe çêdibe ez ji Patreonê ji destekçîyên berê adresên wan dixwazim û ji wan ra tevî noteka Perxudres Podcastê hedîyeka biçûk dişînim, ew jî wisa xatirayek.  Budçeya Perxudres Podcastê niha têrê nake ku ew hedîyeyan ji destekçîyên li hêla Ewrupa û Amerîka, li hêla Çîn û Maçînê ra bişîne, ji wan jî adresên dostên wan ên li vê hêlê dipirsim û ku bibînin bidin adresekê, ji wan dostan ra dişînim hedîyeyan. Havîn 2025 û havîn 2026.. Di salekê da min li ser Perxudres Podcastê bi sedan xelekên ser kultûr, sanat û edebîyatê çêkirin, min bi destekên bi dehan guhdaran çêkirin.  Hinekan bo tek carekê, hinekan, çend mehan, hinekan ji destpêkê heta niha, hinekan 1 dolar dan vê podcastê, hinekan 3, hinekan 5, hinekan 10, hinekan 20 û hinekan 30 li gor budçeya xwe. Her destek jî bo min, bo medyaya serbixwe pir û pir bi qîmet bû. Li Perxudres Pocastê wezîfeya wefadarîyê ye, du herfên navên kesên heta îro ji Patreonê destek dane dibêjim û silav û spasîyên xwe ji wan ra dişînim. Hinekên bi tek herfekê, bi navên wan radikim du herfan û hinekên bi sê herfan jî jibo guman çênebin, dadixim du herfan.   DE. HK. İY. NÖ. SN. BK. Aİ. ÖD. MK. MB. SK. VA. MK. YM. ŞD. SE. AL. MA. ÖA. ŞB. FB. ÖE. İB. OS. FG. NU. FE. AO. DA. SS. GT. GG. NE. MA. YK. İF. PB. VV. MK. FA. SA. YS. HO. KP. AL. EB. KS. TÇ. RB. RR. SL. AB. MA. Banga min eşkere ye, eger hûn li vê podcastê guhdarî dikin, jê îstîfade dikin, eger ew kêfekê dide, pencereyan li heyata we vedike û perspektîfan tîne pêş we, hûn jî mebêjin pir e mebêjin hindik e destekê bidin ku weşana wê ya serbixwe û serbest dewam bike û kalîteya xwe ya pêşva bibe. Pir spas bo hemî destekçîyan, ez edîtorê Perxudres Podcastê me û podcast podcasta we ye. Mala we ava be, mala we ava, şa û şên, bi ken û kêfa bûk û zava.  EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

    6 min
  2. #422. Tarîxa Amedsporê û Raporeka KSCê

    MAY 7

    #422. Tarîxa Amedsporê û Raporeka KSCê

    Di vê xelekê da bi tarîxa Amedsporê raporeka ser wê taximê heye ku KSCê sala 2014an hazir kiriye. Ji malpera KSCê tu dikarî temamê raporê bixwînî. Spasîyek bo kanala analîza futbolê AmedTactikal ku destek da çêkirina vê xelekê. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠www.patreon.com/perxudrespodcast⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠⁠ Adresa mektûban: omerfarukbaran@hotmail.com

    8 min

About

Kurdish - Kurmanji podcast on art, culture and literature. Patreon: https://www.patreon.com/14075748/join Contact: omerfarukbaran@hotmail.com