12ê Nîsanê ne tenê rojeke asayî ye di salnameyê de. Di cîhana zanist û siyaseta cîhanî de, ev roj xala "berê û paşê" ye. An jî despekêkê. Ji sala 2011an û vir de, Neteweyên Yekbûyî vê rojê wekî Roja Navneteweyî ya Geşta Esmanî ya Mirovan pîroz dike. -- Lê çima? Ji ber ku di vê rojê de, di sala 1961an de, asîman êdî ne banek bû, bû dergehek. Di nava 300,000 salên pêşketina mîrovahîyê de, cara yekem endamekî cureyê me ji dergûşa atmosferê derket. Ev ne tenê serkeftineke neteweyî bû; guhertineke bingehîn bû di pênaseya mirovbûnê de. Îro em li Mars û Heyvê wekî armanc dinêrin, lê bingehê wê rêyê di sibeheke biharê de li çola Qazaxistanê hat danîn. --- Şerê Sar Ji bo em grîngîya 12ê Nîsanê fêm bikin, divê em li alozîya salên 1950î binêrin. Cîhan bûbû du beş: Rojavaya Kapîtalîst bi serokatiya Amerîkayê, û Rojhilata Komunîst bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê. Navê vê Şerê Sar bû, û "Xala Bilind" êdî ne mydanen şer bû. Ew "Orbît" (geroka dora dinyayê) bû. --- Sputnîk Sovyetê berê di sala 1957an de bi Sputnîkê cîhan matmayî hiştibû. Amerîkî di nava panîkê de bûn û bi milyaran dolar didan NASAyê. Pêşbazî êdî ne li ser kamerayan bû; li ser wê yekê bû ku kî dikare mirovekî zindî bişîne nava valahiya esman û ya herî girîng wî bi saxî vegerîne. Armanc zelal bû: nîşandana hêza teknolojîk û îsbatkirina "serkeftina" sîstema siyasî.- --- Gava siyasetmedaran nîqaş dikirin, Sovyet li pîlotekî digeriyan. Wan ne zanyarek, lê lehengê ku xwedî rehên pola be dixwest. Li vir Yurî Alekseyevîç Gagarin derket ser dikê. -- Gagarin di sala 1934an de li gundekî piçûk ê bi navê Klushino ji dayik bû. Jiyana wî ya destpêkê qet ne "kozmîk" bû; bavê wî marangoz û diya wî karkereke gundewarî bû. Di Şerê Cîhanî yê Duyem de, malbata wî di bin dagirkeriya Naziyan de êşên mezin dîtin. -- Yurî kin bû tenê metreyêk û 57 santîmî drej bû. Lê ev yek ji bo kabîna teng a kapsula Vostokê bû avantajek. Lê ya ku dilê Sêwirînerê Mezin, Sergei Korolev girt, kesayetiya wî bû. Yurî kesekîaram, mutewazî û xwedî wî "kenê navdar" bû. Ew ken kû dîkarê odayekê ronî bîke. Ji nava Şeş pîloten herî baş e Sovyete "Şeşên Sovyetê"ew hat hilbijartin da ku rûbirûyê nenasîye bibe. --- Saet 09:07, bi dema Moskowê. Gagarin di nava kapsula Vostok 1 de hatibû girêdan. Wî bi xwe kapsul "nefirand" her tişt otomatîk bû, ji ber ku bijîşkan nedizanî ka mejiyê mirov di bêkêşiyê (zero gravity) de dikare bixebite yan na. -- Gava motorên roketa R-7 teqiyan, Gagarin ne sondên leşkerî yên fermî, lê tenê got: "Poyekhalî!" ango "Em çûn!" ---- Geşt tenê 108 qulekan ajot. Ew carekê li dora dinyayê gerîya. Gava di pencereya piçûk re li derve nêrî, wî xwarbûna dinyayê, xeta şîn a tenik a atmosferê û tariya mutleq a gerdûnê dît. Wî li ser bedewiya gerstêrka me got ku ew ji wir ve pir nazik û spehî xuya dike. --- Vegera ser erdê wek çûne tirsnak bû. Beşa daketinê ji beşa motorê venêketîya û kapsul di nava atmosferê de bi dînîtî li dora xwe zivirî. Mertalên germê sor bû û kîloya zextê (G-force) sîngê wî diperçiqand. Lê di bilindahiya 7 kîlometreyan de, Gagarin xwe ji kapsulê avêt û bi paraşûtê li zeviyeke gundewarî ya Rûsyayê danî. Kesên yekem ên ku ew dîtin, dapîrek û neviya wê bûn. Gagarin ji wan re got: --- Yurî Gagarin di kêliyekê de bû îkoneke cîhanî. Wî wekî balyozê aştiyê li hemû cîhanê gerîya. Mixabin, hikûmeta Sovyetê firîna wî ya careke din qedexe kir, ji ber ku nediwestin "lehengê xwe yê zindî" bixin rîskê. --- Gagarin di sala 1968an de di qezayeke balafirê de jiyana xwe ji dest da. Wî qet nedît ku mirov li ser Heyvê dimeşe. Lê îro, her gava ku roketek tê avêtin çi ya çînê be çi ya NASAyê be perçeyek ji wê wêrekiya sala 1961an hildigire. Em 12ê Nîsanê pîroz dikin, ne ji bo siyaseta Şerê Sar, lê ji bo wê kêliya ku me fêm kir: Dinya mala me ya hevpar e, û gerdûn paşeroja me ya hevpar ê